Dijeterora Kurdistanê planeke metirsîdar a PKKê li ser Herêma Kurdistanê pûç dike

Dijeterora Kurdistanê dest danî ser rêjeyeke mezin ji madeya teqîner û kelûpelên leşkerî

Navenda Nûçean (K24) – Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, dezgehên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê planeke metirsîdar a PKKê li ser Herêma Kurdistanê pûç kir û dest danî ser rêjeyeke mezin ji madeya teqîner û kelûpelên leşkerî.

Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê de hat: “Di hewlên berdewam ên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo aramî û ewlehiya welatiyan û Herêma Kurdistanê de, hêzên Encûmena Asayişê roja 17ê Nîsana 2022an li sînorê Duhokê karî dest deynin ser (yek ton madeya teqîner ji cureya PETN, 10 mûşekên Konkur yên dijî tankan, 23 motorên droneyên êrîşker, 1200 maskên dîjegaz û 375 yedekên çekên Kalashnikov)

Destnîşan kir jî, “Di encama lêkolînên ligel tometbar (Yûnis Ehmed Qasim Silêman) diyar bû ku ew bi riya berpirsekî YPGê yê bi navê (Rodî Husên) em made û kelûpelên leşkerî gihîştine destê wî, ji bo ew bigihîne destê çekdarên PKKê, ta ku li Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”