Li rojavayê Şamê teqînek çê bû: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li bajarokê Cermanayê li Şama paytexta Sûriyeyê, teqînek di nava baseka biçûk a veguhastinê ya navxweyî de çê bû û li gorî zanyarên destpêkê, kuştî û birîndar hene.
Li gorî çavkaniyên ragihandinê yên Sûriyeyê, îro (Pêncşem, 6ê Tebaxa 2026ê) teqînek di nava baseka biçûk a veguhastina giştî (servîs) de li nêzîkî rêya Rewzeyê li bajarokê Cermanayê, ku dikeve Rîf Şamê, rû daye.
Yekser piştî wê bûyerê, tîmên berevaniya sivîl û ambûlans gihîştin cihê wê teqînê û dest bi rizgarkirin û veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyan kir. Heta niha sedem û xwezaya wê teqînê û amara dawiyê ya qurbaniyan nehatiye ragihandin.
Herwesa peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê jî ragihand ku hemî ew rêyên ku diçin Cermanayê ji aliyê Ewlehiya Giştî ve hatine girtin, herwesa kesek hatiye kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûne.
Ev bûyer di demekê de ye ku berî kêmtir ji mehekê, di 7ê Tîrmehê de, du teqînên bihêz li pey hev li nêzîkî avahiya Wezareta Geştyariyê û hotêla "Four Seasons"ê li navenda Şamê rû dabûn. Di wê bûyerê de hejmareke zêde ya qurbaniyan hebû, ku di nav wan de alîkarê Wezîrê Geştyariyê yê Sûriyeyê û 4 karbidestên polîsan hatibûn kuştin, ji bilî şewitîna timbêlekê û peydabûna zirareke madî ya mezin.
Li gorî zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirov, teqîna yekê ya roja 7ê Tîrmehê bi rêya bombeyeke çandî bûye, ku di nava timbêleke sivîl de hatibû danîn. Piştî çend çirkeyan jî, teqîna duyê ya bihêztir rû dabû, ku tê texmînkirin bombeyek di nava gilêşdankekê de hatibû çandin, vê yekê jî tirseka mezin di nava welatiyan de çê kiribû.