Ebûdî û Farsi Îsa pêşxistina hevahengiya ewlehiyê ya Bexda û Hewlêrê nîqaş kir

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê tekez li ser parastina ewlehiya sînoran kir

Qasim Ebûdî û Farsi Îsa
Qasim Ebûdî û Farsi Îsa

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê û Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê girîngiya hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo parastina ewlehiya sînoran û rêgirtina li qaçaxçîtiyê nîqaş kirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Ebûdî îro (Pêncşem, 6ê Tebaxa 2026ê) pêşwaziya Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa kir.

Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, di wê civînê de pêşxistina hevahengî û hevkariya berdewam a di navbera Bexda û Hewlêrê de bi merema bihêzkirina ewlehî û aramiya li ser astê Iraq û deverê hat nîqaşkirin.

Her di wê civînê de, her du aliyan astengiyên sereke yên li ser astê deverê xistin ber çavan û tekez li ser girîngiya parastina ewlehiya sînoran, rêgirtina li hawirdekirin û hinardekirinên neqanûnî û qaçaxçîtiyê, herwesa berdewamiya guhartina zanyarên ewlehiyê ji bo rûbirûbûna terorê û tawanên rêkxistî kir.

Li gorî wê ragihandinê, Ebûdî amaje bi pêdivîtiya berdewamiya vê hevahengiyê di çarçoveya karnameyên fermî yên kabîneya hikûmetê de da, ku tê de tekez li ser girîngiya yekrêziya neteweyî û temamkariya rola di navbera hemî hevparên siyasî de tê kirin.