Elî Zeydî hêzên ewlehiyê yên Iraqê xistin rewşa amadebaşiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî rênimayî dane ku astê amadebaşiya ewlehî û şerî ya hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê bê bilindkirin.

Li gorî ragihandineke Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, îro (Pêncşem, 6ê Tebaxa 2026ê) hat diyarkirin: "Bi rênmayiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, biryar hat dan ku astê amadebaşiya ewlehî û şerî ya hêzên ewlehî û leşkerî bê bilindkirin, ku ev yek di kirina meşqên meydanî, perwerdeya leşkerî û tevgera hêzan de xwe dibîne."

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê amaje bi wê yekê jî da ku ev biryar di çarçoveya berdewamkirina amadebaşiya bilind a temamê pêkhateyên hêzên ewlehiyê û bihêzkirina şiyanên wan de ye ji bo pêkanîna erkên wan, bi awayekî ku di çespandina ewlehî, aramî û parastina welatiyan û berjewendiyên giştî de alîkar be.

Herwesa Fermandariya Polîsên Federalî yên Iraqê jî di civîneke lezgîn de ligel berpirsên xwe yên bilind ragihand ku di zûtirîn dem de hemî timbêl û kelûpelên leşkerî bixin rewşa amadebaşiya şer.