Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê radestî Iraqê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Ewlekarî ya Libnanê “yek ji metirsîdartirîn serkirdeyên DAIŞê” radestî hikûmeta Iraqê kir.
Dezgeha Ewlekarî ya Libnanê, berpirsê karûbarê darayî yê DAIŞê li Sûriye û Iraqê (A. A Dilêmî) radestî desthildatên pêwendîdar ên hikûmeta federal a Iraqê kir.
Berpirsê Nivîsgeha Tora Ragihandinê ya Îraqî li Beyrûtê Emîn Nasir ji rojnamevanan re got: “Vî berpirsê DAIŞê di van salên dawî de çendîn kiryarên terorîstî li Iraq û Sûriyê fînanse kirine.”
Li gorî Emîn Nasir, ew terorîst “yek ji metirsîdartirîn berpirsên rêxistina terorîst a DAIŞê bû û berpirsê amadekirina xwekujên wê rêxistinê bû.”
Ev yek di demekê de ye, rojnameya “The Guardian” raportek li ser metirsiya vejîna komên têrorîst ên weke DAIŞ û El-Qaîde li Iraqê belav kir û tê de bal kişand ser çend xalan ku rê li ber geşbûn û bihêzbûna van koman vedike.
The Guardian dibêje, şer û pevçûn, bi taybetî jî şerê li Xezeyê, keşeke guncayî ji komên çekdar re çêkiriye ku ji nû ve xwe birêxistin bikin û dîsa bibin metirsî li Rojhilata Navîn.