Sizayê Tirkiyeyê li ser Balafirxaneya Silêmaniyê “livîna bazirganî sist kiriye”
“Zirara dorpêça li ser Balafixaneya Silêmaniyê zêdetirî 10 milyon dolaran bû”

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber boykota Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, zêdetirî 10 milyon dolaran zirar gehiştiye wê balafirxaneyê û livîna bazirganî jî sist bûye.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Newzad Xefûr îro (Yekşem, 21.07.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, dorpêça Tirkiyeyê li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê zêdetirî 10 milyon dolaran zirar gehandiye wê balafirxaneyê.
Qebareya lihevguhertina bazirganî ya Tirkiye û Herêma Kurdistanê nêzî şeş milyon dolaran e. Li dû gotina Newzad Ebdula, dorpêça Hikûmeta Tirkiyeyê li ser wê balafirxaneyê bûye sedema sistbûna livîna bazirganî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê.
Navbirî tekez jî kir ku ku, mijara rakirina wê dorpêçê bi hemî wan şandên Hikûmeta Tirkiyeyê re behs kiriye yên ku di dema borî de bi meremên cuda cuda serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Hikûmeta Tirkiyeyê li roja Şemiyê, 08.06.2024, dema rawestandina geştên xwe yên asmanî bi Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê re heta roja 07.12.2024ê dirêj kir.
Pêştir Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç ji medyayan re ragehandibû ku, di çarçoveya zêdebûna çalakiyên “rêkxitina teroristî ya PKKê” de li Silêmaniyê, herwesa çûna wê rêkxistinê bo nav balafirxaneyê û wesa jî gefkirina li ser ewlehiya geştên asmanî, hikûmeta Tirkiyeyê biryara rawestandina geştên xwe yên asmanî da.