Li Çiyayê Agirî du çiyavan ji ber mij û dûmanê winda bûn

Diyarbekir (K24) - Sê çiyavan duhî (Şemî, 20.07.2024) li bilindahiya 4600 metreyan li Çiyayê Agirî ji ber rewşa hewa û mijê winda bûn, bizavên rizgarkirina wan çiyavanan didomin.
Rêberên çiyavaniyê karîn ji wan her sê çiyavanan yekî rizgar bikin ku pêyê wî şikestî ye.
Rêber û du hevalên xwe, bo lêgerînê gihiştin 5 hezar metreyan lê ji ber rewşa hewa û lêdana brûskan neçar vegeriyane cihê kampa çiyavaniyê.
Li gor zanyariyan, bayê bihêz, mij û dûman û sarbûna hewa astengiyan dirust dikin.