Swîsra alîkariya aware û penaberan li Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Swîsra yek milyon dolaran wekî alîkarî ji bo piştevanîkirina aware û penaberên Îraqê pêşkêş dike, Komisyara Bilind a Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) jî spasiya Hikûmeta Swîsrayê dike.
Komisyara Bilind a Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) parve kiriye, “Hikûmeta Swîsrayê yek milyon dolar ji bo piştevanîkirina aware û penaberên Îraqê li navxwe pêşkêş kirine.”
Komisyara navbirî di ragehandinekê de amaje daye ku, pêşkêşkirinan ji bo wan cihan terxan dike yên herî zêde pêdivîtî pê heye, xasma pêşkêşkirinên Swîsrayê ku dibin sedema bihêzkirina wan sîstemên niştîmanî yên ku piştevaniya penaberên Îraqê dikin.
Eşkere jî kiriye ku, Komisyara Bilind a Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) ji sala 2019ê ve bi hevparî bi Hikûmeta Îraqê re alîkariya zêdetirî 200 Îraqiyan kiriye, ji bo bidestxistina belgenameyên giring ku bikarin bigehin piraniya mafên xwe.
Wê rêkxistinê eşkere jî kiriye, Îraq mêvandariya nêzî 300 hezar penaberan dike ku piraniya wan li bajar û bajark û gundan mil bi milê pêkhateyên Îraqê dijîn. Nêzî 32% ya awareyan li neh kempên penaberan li Herêma Kurdistanê xwecih in. Zêdebarî wê yekê jî, nêzî yek milyon Îraqiyan li Herêma Kurdistanê aware ne û nêzî 150 hezar kesan li kempên wê dijîn.
Herwesa dibêje, “Em li ser karkirina bi desthilatdaran re ji bo peydakirina çareseriyên şkomendane û berdewam ji bo awareyên navxwe pabend in, ji wan jî vegeriyana silametiyê ji bo deverên wan.”