Şiwan Kelarî: Em kar dikin ku mûçeyên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê wekî yên Îraqê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan a Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Em li jêr ronahiya raspardeyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin, ji bo ku tevaya kesûkarên şehîdên şerê terorê li Herêma Kurdistanê - ku hejmara wan nêzî hezar û 800 şehîdan e - wekî yên hemî Îraqê mafên xwe werbigirin.”
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan a Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî taybet ji K24ê re ragehand, “Piştî temambûna bêhnvedana werzê qanûndananê, Civata Nûnerên Îraqê di civîna xwe ya yekê de duhî xwandina yekê ji bo edilandina qanûna dezgehê şehîdan kir. Pareke vê edilandinê girêdayî mûçeyên şehîdên hêzên ewlehiyê û Pêşmergeyan e.”
Şiwan Kelarî amaje jî da, “Em li jêr ronahiya raspardeyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin, ji bo ku tevaya kesûkarên şehîdên şerê terorê li Herêma Kurdistanê - ku hejmara wan nêzî hezar û 800 şehîdan e - wekî yên hemî Îraqê mafên xwe werbigirin.”
Navbirî tekez jî kir, “Piştî serdana Lijneya Şehîdan a Civata Nûnerên Îraqê ji bo Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nerîna wan li bernaberî şehîd û zirardîtiyên Herêma Kurdistanê hatiye guhertin û dixwazin zirardîtiyên Herêma Kurdistanê jî wekî yên deverên din ên Îraqê bên qerebûkirin.”
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan a Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Edilandina wê qanûnê yek ji şertên Kurdan ji bo Hevpeymaniya Îdareya Dewletê di pêkanîna hikûmeta vê carê ya Îraqê de bû.”