Kerkûk: Ji ber nebûna hikûmeta xwecihî gelek proje rawestiyane

Navenda Nûçeyan (K24) – Kerkûk niha bê parêzgar e û di valahiyeke îdarî de ye. Di bûdceya sala 2024an de, 400 milyar dînar û 700 pile damezirandin li benda pêkanîna îdareya Kerkûkê û hikûmeta wê ya xwecihî ne.
Niha Kerkûk bê parêzgar e û encûmena wê ya hilbijartî jî bê desthilat e. Proje rawestiyane û kar û şandina pereyan ji Bexdayê ve jî, girêdayî pêkanîna avakirina rêveberî û encûmena parêzgehê ye.
Cîgirê Parêzgarê Karkûkê Elî Hemmedî ji K24ê re got: Plana bûdceya sala 2024ê ya Iraqê bo projeyên Kerkûkê, nêzîkî 400 milyar dînar e. Ew hemû sektoran lixwe digire û pêwîstiya wê bi komîteyên encûmena parêzgehê heye, bêyî wan em nikarin ti planekê pêk bînin. Her wiha 7 hezar cihên wergirtinê hene ku bêyî van komîteyan, ew jî nayên bicihanîn.”
Endamên Encûmena Parêzgehê yên ji aliyên cuda rojane serdana encûmenê dikin, carinan bi hev re rûdinin û gotûbêjê dikin, daxwaza lihevkirinê di rû û gotinên wan de diyar dibe, lê belê biryar ji aliyên di ser wan re tê dayîn.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd DIBêJE: “Xelkê bajêr li benda pêkanîna hikûmeta xwecihî ne. Em hêvîdar in ku aliyên siyasî di heyama diyarkirî de li ser dabeşkirina postan li hev bikin û em jî wek endamên encûmenê, wek tîmekê kar bikin û bibin çavdêrên baş li kar û projeyên parêzgehê.”
Posta Parêzgariya Kerkûkê, 7 meh in lihevkirina partiyan bipaş xistiye û heta niha jî derfetên lihevkirina li ser wê postê lawaz in.
Li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ti rêkeftinek nîne, ev jî nîşan dide ku gotûbêjên di navbera aliyan de, bê encam mane. Nîşane jî bi wê aliyê ve hene ku pirsgirêk dûrî xwestekên Kerkûkiyan, li Bexdayê bên çareserkirin.