Li Zaxoyê kevirê bingehîn ê projeyeke geştiyariyê ya mezin hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Zaxoyê kevirê bingehîn ê projeyeke geştiyariyê bi nirxê 25 milyon dolar hat danîn. Serokê Desteya Veberhênanê jî got, dê çend projeyên din ên stratejî li vê herêmê bêne cîbicîkirin.

Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û di bin çavdêriya Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, Di merasimekê de kevirê bingehîn ê projeya geştiyariyê ya bi navê “VIA PORT ZAKHO” bi bihayê 25 milyon dolar hat danîn.

Gohdar Şêxo di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got, piştî ku Zaxo bû îdareyeke serbixwe, sektorên wek elektrîk, tenduristî, perwerde û rê li herêma wan gelek baş bipêş ketine.

Herwiha bang li sermayedar û veberhênerên Zaxo û bajarên din ên Herêma Kurdistanê kir ku veberhênanê di warên cuda de bikin û got: “Em ê ji bo vê mebestê û ji bo bihêzkirina jêrxana aborî ya Zaxoyê, hemû asankariyan pêşkêşî veberhêneran bikin.”

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê got: “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, em ê berdewam bin li ser xizmetkirin û cîbicîkirina projeyên girêdayî jiyana rojane ya xelkê.”

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî jî beşdarî merasîmê bû û got: “Ji bilî wan projeyên ku di heyama du salên borî de hatine cîbicîkirin, di demeke nêzîk de dê çend projeyên din ên mezin û stratejî li herêmê bên cîbicîkirin.”

Dr. Mihemed Şukrî diyar kir, yek ji wan projeyên ku dê di demeke nêzîk de li Zaxoyê were cîbicîkirin, “Projeya Deriyê Zaxoyê” ye ku dê li ser rûbera zêdetirî 10 hezar û 800 donim erd were cîbicîkirin û dê derfetên kar ji bo bi sedan welatiyan veke.

Herwiha got: “Em ê hemû asankariyan pêşkêşî veberhêneran bikin ji bo cîbicîkirina projeyên cuda yên veberhênanê li Zaxoyê. Tekez kir jî: “Ev pêşkeftinên niha li Zaxoyê hene, bi saya xema Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şevxerwnekirina Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ye.”