Komisyona Îraqê red dike ku çi kandîdên PDKê dûr xistibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Hilbijartinan a Îraqê dibêje ku, çi kandîdên PDKê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li sinorê parêzgeha Dihokê dûr nexistine.
Serokê Tîma Rojnamevaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dr. Îmad Cemîl îro (Sêşem, 23.07.2024) ji K24ê re ragehand, “Civata Komisyaranê çi biryar ji bo dûrxistina çi kadîdên PDKê û heta kandîdên partiyên din ên siyasî jî ji hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dernexistine.”
PDKê li bazinê parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê 48 kursî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê kandîd kirine. Wesa belav bûye qaşo kandîdekî wê ji ber wê yekê ku li deverên girêdayî madeya 140ê hatiye ser dinyayê, ji hilbijartinan hatiye dûrxistin.
Çavkaniyekê ji Nivîsîngeha Dihokê ya Rêkxistina PDKê ji K24ê re ragehand, “Pêncşema borî, 18.07.2024, navên her 48 kandîdan dane tayê Dihokê yê Komisyona Hilbijartinan a Îraqê. Niha Desteya Qanûnî û Destpakiyê û pişkên din ên Komisyonê li Bexdayê hûrbîniyê ji bo navên me û navên kandîdên partiyên din jî dike, mimkin e ev pirose heftiyeke din jî vebikêşe, heta niha Komisyonê çi kandîdekî me dûr nexistiye.”
Wê çavkaniyê tekez jî kir, “Eger arêşeyeke qanûnî li cem kandîdekî PDKê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê hebe jî, em dê bi hevahengiya Komisyona Hilbijartinan a Îraqê bizavê ji bo çarekirina wê bikin.”
Li dû qanûnên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, her lîsteke ku tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bûye dikare du caran hindî kursiyên her parêzgehekê kandîd ji bo hilbijartinan hebin, PDKê jî ji bo van hilbijartinan 190 kandîd hene.