Blinken: Nêzîkî 300 hezar Êzidî koçber bûne û venegeriyane cihên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, Amerîka 500 milyon dolar ji bo çareserkirina rewşa pêkhateyan terxan kiriye û dê her tiştî bikin, da ku DAIŞ careke din dernekeve. Herwiha got jî: “Nêzîkî 300 hezar Êzidî koçber bûne û venegeriyane warên xwe.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro 23ê Tîrmehê bi rêxistinên civaka sivîl û berpirsên civakî yên Iraqê re civiya û got, zêdetirî milyonek Îraqî li hundirê welatê xwe koçber bûne û wan 500 milyon dolar jî bo çareserkirina rewşa pêkhateyan terxan kirine.
Blinken got jî: “Em hemû tiştên ku ji destê me tê dikin, da ku piştrast bin ku DAIŞ careke din dernekeve. Tevî wê jî nêzîkî 300 hezar Êzidî koçber bûne û venegeriyane cih û warên xwe.”