Pentagon: Sûdanî awayê bidawîhatin û guhertina erkê hevpeymanan li Iraqê dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Pentagon dibêje, Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya Washingtonê de piştrast kiriye ku ew ê dem û awayê bidawîhatin û guhertina erkên hevpeymanan li Iraqê binirxîne.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder îro 23ê Tîrmehê di bersiva peyamnêrê K24ê li Washingtonê de got: Erkê sereke ya şanda bilind a leşkerî, çavdêrîkirina metirsiyên DAIŞê û şiyana hêzên ewlehiyê yên Iraqê di şerê li dijî terorê de ye.

Ryder got: “Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya Washingtonê de, piştrast kiribû ku ew ê dem û awayê bidawîhatin û guhertina erkên hevpeymaniyê li Iraqê bi awayekî guncaw binirxîne, ji bo dabînkirina berdewamiya hevkariyên ewlehiyê yên dualî.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdan roja 13ê Nîsana 2024an de li ser vexwandina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden ligel şandeke hikûmet û parlamentoyê û nûnerên kompaniyên sektora taybet çûbû Washingtonê.