Lêborîna giştî ya HSDê ji bo endamên DAIŞê artêşa Îraqê xistiye amadebaşiyê

Zindana Gwêranê li Hsekeyê - Rojavayê Kurdistanê
Zindana Gwêranê li Hsekeyê - Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser lêborîneke giştî ji bo azadkirina endamên Rêkxistina DAIŞê ji zindanên xwe li sernaserî Rojavayê Kurdistanê derxist, Hikûmeta Îraqê jî ji tirsa dubare bihêzbûna wê rêkxistinê zêrevaniya sinorên xwe yên bi Sûriyeyê re mukomtir kir.

Bi derbazbûna kêmtir ji heftiyekê li ser derxistina biryara lêborîna giştî ji bo zindaniyên zindanên girêdayî Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku wekî HSD tê naskirin karwanekî hezar û 500 zindaniyan ji zindanên xwe azad kir, ku goman tê kirin çekdar û endamên DAIŞê bin.

Hejmareke wan zindaniyên hatine azadkirin sizayê 10 salên zindanîkirinê li ser hebû lê tenê du salan di zindanê de maye, hejmareke wan jî bi çar salan hatibûn zindanîkirin lê tenê salekê di zindanê de mane û hatine azadkirin.

Mucîb Hemîd ku dayika yek ji endamên DAIŞê yên azadkirî ye dibêje, “Kurê min bi deh salên zindanîkirinê hatibû sizadankirin, lê piştî du salên zindanîkirinê niha hatiye azadkirin. Ji bo bizavên azadkirina wî jî, ez spasiya serokên eşîretan dikim ku rolekî baş hebû.”

Azadkirina zindaniyan û endamên DAIŞê bi navbeynkariya rihspî û serokên eşîretan bûye, ku daxwaz kiriye ew endamên DAIŞê yên ku destên wan bi xwîna çi kesekî sor nebûne bên azadkirin û vebigerin nav malbatên xwe û bibin pareke avedankirina civakê.

Di vî warî de kesatiyê eşîreta mezin a Tayî li Sûriyeyê Hesen Tayî dibêje, “Em piştevaniya wan zindaniyan dikin û daxwazê jî ji wan dikin ku tevlî pirojeyên Rêveberiya Xweser bibin, em hêvîdar in ew kesên hatine azadkirin di astê bendemana me de bin.”

Nêzî deh hezar çekdar û endamên Rêkxistina DAIŞê di zindanên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê de hene, ji wan jî nêzî du hezaran xelkê biyanî ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derheqa çarenivîsa endamên DAIŞê yên girtî û azadkirina wan de got, “Pilana me wesa ye ku em hemî girtiyan azad bikin, tenê ew nebin ên ku destên wan bi xwînê sor bûne, tevî wan çekdarên biyanî yên ku di nav rêzên Rêkxistina DAIŞê de şer kiriye.”

Mezlûm Ebdî herwesa got, “Me di pêngava yekê de nêzî hezar û 500 zindaniyan azad kirine, ku dest di kuştina çi kesekî de nebûye. Ev jî li ser daxwazî û navbeynkariya kesatî û serokên eşîretan bûye. Herwesa li kempa Holê me dest bi vegerandina malbatên DAIŞê ji bo war û deverên wan kiriye, ku hin ji wan xelkê Dêrazorê ne û hinên din jî diçin deverên xwe. Li dawiyê ew kesên li kemp û zindanên me dimînin ew kes in ên ku xelkê biyanî ne û yên ku dest di tawanan û riştina xwînê de hebûye.”

Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) li roja 17.07.2024ê lêborîneke giştî derxist û biryar da ku hemî kesên xelkê Sûriyeyê azad bike yên ku heta berî derkeftina wê biryara lêborîna giştî jî hatibûn zindanîkirin.

Wekî pêngava yekê ya bicihanîna wê biryarê jî, li dû zanyaran, zêdetirî hezar û 500 kesan hatine azadkirin ku piraniya wan endamên Rêkxistina DAIŞê ne.

Ev pêngava Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûye sedema nîgeraniya Hikûmeta Îraqê ya Federalî, herwesa tirs heye ku endamên azadkirî yên DAIŞê ji Sûriyeyê derbazî sinorê Îraqê bibin, ji bo ku dubare neyên girtin û ev jî pêngavek be ji bo dubare xwerêkxistina DAIŞê li Îraqê û bihêzbûna wê.

Her bi belavbûna derxistina wê biryara lêborîna giştî ya Rêveberiya Xweser re, artêşa Îraqê hêzeke zêdetir şandiye ser sinorên xwe yên bi Sûriyeyê re ji bo ku rêyê li derbazbûna çekdarên DAIŞê bigirin.