Dem Partî: HudaPar dixwaze dîsa qeyûm werin danîn

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Dem Partiyê li Diyarbekirê di derbarê mijarên rojevê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di wê civînê de hat amajekirin, ji ber ku Tirkiye naxwaze pirsa Kurdî çareser bike, li Başurê Kurdistanê operasyon tên kirin. Behsa gendeliyên qeyûman jî hat kirin û her wiha hat îdîakirin ku HudaPar dixwaze dîsa qeyûm werin danîn.

Ji aliyê Hevserokên Dem Partiyê yên Diyarbekirê Gulşen Ozer, Abbas Şahîn û Parlementera Dem Partiyê ya Diyarbekirê Adalet Kaya ve di derbarê mijarên rojevê de ecivînek çapemeniyê hat li darxistin.

Hevserokê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Abbas Şahîn bal kêşand ser operasyonên Tirkiyeyê yên Başurê Kurdistanê û amaje kir ku ew operasyon encama çaresernebûna pirsa Kurdî ye û Tirkiye naxwaze pirsa Kurdî çareser bike.

Parlementera Dem Partiyê ya Diyarbekirê Adalet Kaya jî amaje kir ku bi hezaran keç û xortên Kurdan bêkar in û li kar digerin lê serdema qeyûman de gelek kes ji bajarên wek Trabzonê anîne di şaredariyên Diyarbekirê de bi awayeke nehiqûqî bicih kirine lê di derbarê van kiryaran de gavek hiqûqî nehatiye avêtin.

Adalet Kayayê di derbarê bicihkirinên nehiqûqî de belge û lîsta navan jî nîşan dan. Adalet Kayayê red kir ku di serdema Dem Partiyê de karker ji kar hatibin derxistin û da zanîn ku niha 3 hezar û 825 karker hene ku li gorî dema Selçuk Mizrakli niha hijmara karkeran 4 qat zêde bûye.

Di derbarê nîqaşên navbera Dem Partî û HudaParê de jî hat gotin ku Dem Partiyê çi mizgeftek û fêrgeheka Quranê negirtiye û tometên HudaParê bêbingeh in ku dê di derbarê tometan de serî li darazê bidin û her wiha bang li Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî hat kirin ku eger ji ber tometên HudaParê kesek rastî êrîşekê were dê wezaret berpisiyar bin û bila ji ber wê haydar bin.

Fly Erbil Advertisment