Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî ji bo berhingarbûna madeyên hişber kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikumeta Herêma Kurdistanê û aliyên navdewetî ji bo berhingarbûna madeyên hişber hevahengiyê dikin. Kanada jî bi pirojeyekê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê rûbirûyî metirsiya madeyên hişber dibe.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Pêncşem, 25.07.2024) bi Nûnera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî ya Girêdayî Madeyên Hişber û Tawanan UNODC Christina Albertine û Berpirsê Nivîsîngeha Îraqê ya UNODC Elî Berîr û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.
Li dû ragehandina Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî, Dîndar Zêbarî di wê civînê de amaje da ku di çarçoveya hevahengiya li gel UNODCyê de, vekolîneke hûr bi navnîşanên Awayên birina madeyên hişber bi rêyên qaçax bi rêya Îraqê û Rojhilata Navîn kiriye.
Wê vekolînê bi hûrî bal kêşaye ser piroseya birina madeyên hişber bi rêyên qaçax û awayên rûbirûbûna wan, ev jî ji bo aliyên hikûmî di berhingarbûna madeyên hişber de dibe zêdetir ronî û hêsankarî.
Dîndar Zêbarî di derheqa ragehandina pirojeya piştevaniya darayî ya Kanadayê de jî ragehand, “Aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdivîtî bi alîkariyê heye, xasma di berhevkirina karmendên pişk û şarezahiyên cuda de, hebûna zêdetir hevahengiyê di navbera aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û aliyên peywendîdar de, dabînkirina padivîtiyên lojistî ji amûrên pêşkeftî yên pişkinînan, amûrên pizişkî, dîjîtalkirina datayan û bihêzkirina xalên pişkinînan bi dabînkirina teknolojiya pêşkeftî.”
Navbirî herwesa got, “Pirojeya piştevaniya darayî ya Kanadayî ji vî alî ve dê pêngaveke giring be, ji bo dabînkirina pêdivîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan waran de yên ku amaje pê hatiye dan.”
Christina Albertine jî rêz ji bo bizavên Herêma Kurdistanê yên ji bo nehêlana madeyên hişber diyar kir û bizavên hikûmetê giring wesifandin.
Elî Berîr jî ragehand, “Me niha bi hevparî li gel Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî û aliyên peywendîdar ên Îraqê re dest bi pirojeyekî vekolînê kiriye, bi merema peydakirina baştirîn mîkanîzm ji bo rûbirûbûna madeyên hişber li Îraqê.”
Navbirî amaje jî da, “Bi bidawîhatina vê pirojeyê re, em dikarin di vî alî de pêngavên baştir û hûrtir li Herêma Kurdistanê û Îraqê biavêjin.”