Mihemed Kemal: Êrîşa li ser baregeha Liqê Sêyem ê PDKê li Kerkûkê karekî terorîstî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Sêyem yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ragihand, êrîşa çekdarî ya li ser baregeha wan, karekî terorîstî ye. PDK wek her car ji ber peyama xwe ya Kurdistanî û parastina kurdbûna Kerkûkê rastî êrîşan tê.

Lêkolîna derbarê êrîşa çekdarî ya li ser Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê berdewam e û heta niha jî nasnameya êrişkeran nehatiye eşkerekirin. Lê Berpirsê Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê Kemal Mihemed dibêje: “Agahiyên pêşwext li cem hebûn ku niyaza êrîşkirina li ser liqê me heye, ji ber wê jî pasewanên liqê hişyar bûn û bersiva guleyan dan.”

Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 02:00 ji aliyê piştî liqê û ji avahiyekê hîn temam nebûye, êrîş li baregeha wan hate kirin. Lê ji ber amadebûna pasewanan, êrîşa li ser liqê wan hat şikandin.

 Got: “Em wê kiryarê weke kiryareke terorîstî dibînin. Berî sê rojan min Rêveberê Polîsê Kerkûkê li ser egera êrişekê li ser baregeha Liqê Sêyem  agahdar kir û wan jî hêzeke taktîkî şand derdora liqê me.”

Got jî:  Min daxwaz kir ku tomarên kamerayên çavdêriyê yên li herêmê bên komkirin, da ku bizanin çekdar ji kû hatine û bi ser bi kîjan alî ve ne.”

Berpirsê Liqê Sêyem yê PDKê got jî : PDK her dem rastî êrişan tê, ji ber ku ew hilgirê peyama kurdayetiyê ye û berevaniyê li pîrozî û kurdayetiya Kerkûkê dike.

Di vê mehê de, ev duyemîn êrîşa li ser PDKê ye ku roja 15ê vê mehê li bajarokê Kelarê, çekdarên PKKê bi rêya bombeyeke magnetîkî otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê PDKê Ekrem Salih li ber deriyê mala wî teqandin û di encamê de tenê pasewanek birîndar bû.

Fly Erbil Advertisment