Sûdanî: Me hemû pêdiviyên hilbijartinên Kurdistanê dabîn kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê ragihand, hemû pêdiviyên hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hatine dabînkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 28ê Tîrmehê, pêşwazî li Serokê Ofîsa Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amêr Mûsa Huseynî kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê, Sûdanî di dema pêşwazîkirina li Huseynî de piştrast kir ku "hikûmeta federal hemû pêdiviyên pêwîst ji bo birêvebirina hilbijartinê Parlamentoya Kurdistanê dabîn kirine.”

Sûdanî tekez kir jî: “Hebûna komîsyoneke pispor û rastgo ku bêalîbûna xwe biparêze, tiştekî ku em nikarin dest jê berdin; ew garantiya berdewamiya proseya hilbijartinan e, ku cewhera sîstema demokratîk û yek ji stûnên wê yên herî girîng e.”

Hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê roja 20/10/2024’an, bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tê lidarxistin.

Jêderekî ji Komisyona Hibijartinan jî ji K24ê re ragihandibû: “Me ji sedî 80ê amadekariyên hilbijartinan bidawî kirine û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek bi me re hevkar in.”

Fly Erbil Advertisment