Pirojeya rêyeke dualî Hewlêr û Dihokê bi hev re girê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Pirojeyekî din ê stratejîk ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rê û rêbaran de xizmeta her du bajarên Hewlêr û Dihokê dike û wan bi hev re girê dide.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro (Yekşem, 28.07.2024) li bajarê Hewlêrê serdana pirojeya dualî ya Gezneyê kir, ku rêya serekî ya Hewlêr û Dihokê bi hev re girê dide û li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê temamkirin.
Di vê serdanê de ku Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî jî pê re bû, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê lidûçûn ji bo karên wê pirojeyê kir û tekez li ser giringiya wê pirojeyê û bilez temamkirina wê kir, herwesa amadeyî ji bo her alîkariyekê ji bo temamkirina wê pirojeyê diyar kir, ji bo ku şofêr û şêniyên Hewlêr û Dihokê û bajarkên din ên wan her du parêzgehan bi lez feydeyî jê werbigirin.
Ew piroje yek ji pirojeyên stratejîk ên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ji bo bajarên Hewlêr û Dihokê ye, ji ber ku her du bajaran bi hev re girê dide.
Ew cadeyeke dualî ye û dirêjahiya wê dibe zêdetirî sê kîlometran û niha jî karên wê bi lez tên birêvebirin, di demeke nêzîk de tevaya karên wê bidawî tên û qerebalix li wan cihan bidawî tê.

