Rewangeha Sûriyeyî: Israîlê êrîşî ser pêgeheke bergiriya asmanî ya artêşa Sûriyeyê kiriye

ERşîf
ERşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan parve kiriye, “Şevêdî Israîlê êrîşî ser pêgeheke bergiriya asmanî ya artêşa Sûriyeyê li parêzgeha Derayê kiriye.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Israîlê bi moşekan êrîş kir ser Tel Cayîbe û bingeheke bergiriya asmanî û Tel Um Huranê li rojavayê Derayê ku hêzên Sûriyeyê û hêza bergiriya asmanî ya wî welatî tê de hatine binecihkirin.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Ew êrîşên li bilindahiyên Colanê ji aliyê Israîlê ve hatine kirin çi zirareke canî jê peyda nebûye.”

Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Moşekên dijî balafiran ên Sûriyeyê bizav kiriye ku dronan bixin xwarê, dema ku li asmanê wî welatî dizivirîn.”

Ji piştî serhildana hevrikiyan li Sûriyeyê li sala 2011ê, Israîlê bi sedan êrîş kirine ser pêgehên hêzên rijêma Sûriyeyê û pêgehên Îranê li Sûriyeyê û Hizbulaha Libnanî.

Fly Erbil Advertisment