HSD bi azadkirina çekdarên DAIŞê hêzên ewlehiyê yên Iraqê nîgeran kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Metirsiya derbasbûna çekdarên DAIŞê ji Sûriye bû Iraqê, piştî azadkirina 1500 girtiyan ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, zêde bûye. Bi taybet piraniya kesên hatine berdan Iraqî ne û bi her awayî dê xwe vedizin nava axa Iraqê.
Piştî azadkirina hejmareke mezin ji endamên DAIŞê ji girtîgehên HSDê, pêşhatên metirsîdar derbarê bihêzbûna DAIŞê û zêdebûna êrişên wan li Iraqê hene. Di demekê de ku hin hêzên siyasî û grûpên çekdar bi hinceta nemana DAIŞê, daxwaza vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin.
Derbarê ji nû ve vejîna DAIŞê li Iraqê û ketina endamên wê ji Sûriyeyê bo nav Iraqê, Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê Ebdulkerîm Ebûd ragihand, “Me hemû amadekarî kirine û eger pêwîst be, bi fermana serokwezîr ji bo parastina welat ji metirsiya DAIŞê, amade ne li derve û li nav axa Sûriyeyê rûbirûyî komên terorîstan bibin.”
Pisporê ewlehiyê Mexlid Hazim Derb dibêje: “Zehmet e ku DAIŞ bi hêza xwe ya berî 2017an, li Iraqê ji nû ve derkeve holê. Niha DAIŞ qels bûye û bêhtir xwe dispêre girûp û şaneyên razayî.”
Şirovekarê siyasî Ayad Enaz got: “Azadkirina endamên DAIŞê ji aliyê HSDê ve dê nakokiyên siyasî û leşkerî li herêmê çêbike, ji ber ku ji destpêka sala 2024an de êrişên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Dêrazorê li gorî sala 2023an ji sedî 250 zêde bûne. Li Iraqê jî wisa ye. Ji ber vê yekê azadkirina hejmareke mezin a DAIŞê li Sûriyeyê, dê bibe sedema vejîna wê rêxistinê û ew dikarin dîsa aramî û ewlehiya herêmê têk bidin.”