Dijetrora Kurdistanê: Nabe saziyên serbazî û ewlehiyê têkelî nakokiyên kesayetî, siyasî û partîtî bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê derbarê bûyerên vê dawiyê yên Silêmaniyê de, daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser wê yekê kir ku nabe dezgehên serbazî û ewlehiyê bi nakokiyên kesayetî, siyasî û partîtî re bên tevlihevkirin û ji bo berjewendiyên taybet û tekalî bên bikaranîn.

Dijeterora Kurdistanê îro 30î Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ev bûyerên nexwestî yên ku li bajarê Silêmaniyê û derdora wê rû didin, cihê nîgeran û balê ne. Mixabin rojane di bin navê dezgehên serbazî û ewlehiyê de, bûyer tên kirin û welatî bêyî prensîpên yasayî têne girtin, revandin, eşkencekirin û kuştin.”

Diyar kir jî, “Ev kiryar nav û mezinahiya dezgehên serbazî û ewlehiyên yên ku erke wan yê sereke, parastina mal û milkên welatiyên ezîz ên Kurdistanê ye, dixe bin pirsê û pîs dike û tirs, fikar û xofê belav dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Erkê dezgehên serbazî û ewlehiyê, parastina asayiş û mal û milkê welatiyan e, neku bikaranîna wan di nakokiyên siyasî de ji bo kuştina sivîlan û belavkirina tirs û xofê ku bi prensîpên hêzên serbazî û ewlehiyê re nagunce.”

Dijeterora Kurdistanê dibêje: “Li vir, em tekez dikin ku nabe saziyên serbazî û ewlehiyê têkelî nakokiyên kesayetî, siyasî û partîtî bibin û ji bo berjewendiyên taybet û tekalî bên bikaranîn.”

Fly Erbil Advertisment