Qasim Arecî: Êrîşên li ser Babil û kuştina Heniye deverê radikêşin nav serekî berfireh

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê radigehîne, “Êrîşa li ser Curf Elsexr û kuştina Heniye belgeyên berçav in ku pilaneke eşkere heye dever ber bi serekî berfireh ve bê rakêşan.”
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî îro (Çarşem, 31.07.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir.
Zêdebarî şermezarkirina êrîşa li ser karwanê çekdarên Heşda Şebî li Curf Elsexr û kuştina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê, Arecî nivîsiye, “Ew êrîş belgeyên ron in li ser hebûna pilaneke vekirî ji bo rakêşana deverê bo nav serekî eşkere, ku dê encamekî xirab hebe.”
Şeva borî êrîşeke asmanî li ser devera Curf Elsexr ya parêzgeha Babilê hat kirin û hejmareke çekdarên girêdayî Hizbulaha Îraqî û çar çekdar ku bi ser Lîwaya 47ê ya Heşdê ve bûn hatin kuştin.
Ji verêja wê êrîşê, hejmareke serkirdeyên Şîe daxwaza derxistina bilez a hêzên Amerîkayê dikin. Herwesa Miqawemeya Îslamî jî daxwaza civîna bilez a serkirdeyên bereyê hevahengiyê yê miqawemeyê dike.
Herwesa li serê sibeha îro (Çarşem, 31.07.2024) jî, Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye li cihê mana xwe li Tehranê bi zêrevanekî xwe yê taybet re di êrîşekê de hat kuştin.