Netanyahu: Her kesekê destê xwe bo Israîlê dirêj bike xwîna wî dê birije
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê radigehîne ku, wan di dema çend heftiyên borî de êrîşên rasterast kirine ser Hemas, Hizbulah û Hûsiyên Yemenê. Tekez jî dike ku, ji bo rawestandina şerî guh nade çi givaştinan.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Çarşem, 31.07.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Me duhî Cîgirê Nesrulahê kuşt, ku ji êrîşa li ser welatiyên me berpirsyar bû. Herwesa her kesekê zirarê bigehîne me yan gelê me komkuj bike, em dê tolê jê vebikin.”
Benjamin Netanyahu amaje jî da ku “di dema çend heftiyên borî de êrîşên rasterast kirine ser Hemas, Hizbulah û Hûsiyên Yemenê.” Behs jî kir ku, “ji bo rawestandina şerî guh nade çi givaştinan.”
Navbirî tekez jî kir, “Her kesekê destê xwe ji bo Israîlê dirêj bike xwîna wî dê birije.”
Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye serê sibeha îro (Çarşem, 31.07.2024) li cihê mana xwe li Tehranê bi zêrevanekî xwe yê taybet re di êrîşekê de hat kuştin.
Hemasê eşkere jî kir, Îsmaîl Heniye piştî ku li Tehranê tevlî merasîmên destpêkirina karî yên Serokkomarê Îranê yê nû bû, çû cihê mana xwe û paştir hat kuştin.