Li Elihê xwepêşanderan êrîşî kafeyakê û xwaringehekê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Elihê di dema protestoya kuştina Serokê Polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniye de, xwepêşanderan erîşî kafeyakê û xwaringehekê kirin, bî îdîaya girêdayî kompanyayên Îsraîlê ne.
Li Elihê di dema protestokirina kuştina Îsmaîl Heniye de, xwepêşanderan piştî meşa xwe pêk anîn, êrîşi kafeyekê û xwaringehekê jî kirin.
Di demê êrîşê de ji ber ku kesên li kafeyê reviyan, ti kes birîndar nebûn lê cam û alavên van kargehan hatîn şikandin.
Îsmaîl Heniye û pasewanekî wî duhî 31ê Tîrmehê di êrîşekê li cihê mana xwe ya li derdora Tehranê di êrîşekê de hatibûn kuştin.