Dengdana ezmûnî sibe li parêzgeha Dihokê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên ezmûnî yên şeşemîn gera Parlamentoya Kurdistanê, dê sibe li parêzgeha Dihokê bên kirin.
Biryar e sibe 12ê Tebaxa 2024an, hilbijartinên ezmûnî yên Parlamentoya Kurdistanê li parêzgeha Dihokê werin kirin.
Armanca sereke ya dengdana ezmûnî ew e, berî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amûrên dengdanê bên ezmûnkirin, da ku eger pirsgirêkek hebe, bikarin pêşwext çareser bikin.
Li gorî Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Xelayî, pêwîstiyên hilbijartinê gihîştine Dihokê û her kêmasyek hebe, dê çareser bikin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hemû alavên pêwîst ji bo navendên dengdanê li hemû parêzgehan, şandine. Xelayî jî got: “Berî ku hilbijartinên ezmûnî were kirin, alavan kontrol dikin da ku piştrast bibin ku pirsgirêk dê tune bin.
Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê 20-10-2024’an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan werin kirin.
Roja 20-05-2024an, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 100 kursiyan, 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kuta terxan kirin û hejmara kursiyên giştî kêm kir.
Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:
1. Hewlêr: 32 kursî
2. Silêmanî: 36 kursî
3. Duhok: 24 kursî
4. Helebçe: 3 kursî
(Bi tevahî: 95 kursî)
Dabeşkirina hejmara kursiyên kotayê li ser parêzgehan:
1. Hewlêr: 2 kursî
2. Silêmanî: 2 kursî
3. Dihok: 1 kursî
4. Helebçe: nîne
(Bi tevahî: 5 kursî)