Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya bilindbûna pileyên germê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Keşûhewaya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hişyariya bilindbûna pileyên germê didin. Li hin deveran bilindbûn digihe heşt pileyan li ser asta germiya normal.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileyên germê bilind dibin. Da zanîn jî, bilindbûna germê di navbera 3-8 pileyan de ye. Şareza hişyariyê didin welatiyan ku dernakevin derve.

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Keşûhewayê, pileyên germê li Diyarbekir û Rihayê 42 pileyan derbas bikin.

Li aliyê din, ji bo Stenbolê hişyariya kêmbûna ava vexwarinê tê dayîn ku ji niha ve asta avê li bendavên ava vexwarinê daketiye sedî 50.