Beytar: Ji dêvla ku ajal werin kuştin bila werin xesandin

Diyarbekir (K24) – Nîqaşên li ser razandina ajelan berdewam in ku her çiqas yasaya razandina ajalan ango kuştina ajelan hatibe pesendkirin jî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dibêje bo vê mijarê çareseriyên şungir hene ku ji dêvla ku ajal werin kuştin bila di navendên xwedîkirinê de werin xesandin.

Piştî ku yasaya razandina ajalan di Parlementoya Tirkiyeyê de hat pesendkirin nîqaşên li ser parastina mafê jiyana ajalan kurtir bun û hîn jî di rojevê de cihê xwe digire. Derbarê vê mijarê de jî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di navenda xwedîkirina ajlan de hewil dide jiyana ajalan biparêze. Di Navenda Xwedîkirina Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de 400 kuçik hene û rayedarên şaredariyê dibêjin wan qet rêbazên wek kuştina ajalan bi kar neanînê û rêbaza herî baş a şungir jî xesandina ajalan e.

Serokê Karên Tendırustıyê yê Şaredarıya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Vahap Saçakli ji K24ê re got: “1400 Şaredarî hene, lê 320 navendên xwedîkirina ajalan hene, ev kar li navendan dibe, li navendên teybaet kêm çêdibin, li dora 5 milyon jî kuçik hene, ne pêkan e ku ev pirsgirêk bi 320 şaredariyan çareser bibe.”

Li gorî yasayê rê li ber razandina ango kuştina ajalên bi nexweşiyên vegir ketibin an jî êrîşkar bin tê vekirin, lê beytar dibêjin yasayê de gelek xalên nezelal hene û divê ajal neyên kuştin. Wesaîta mobîl a xesandina ajalan a Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekir jî ajalên bêxwedî yên ku welatî derbarê wan de gilî tomar dikin ji kolanan tên komkirin û di Navenda Xwedîkirina ajalan de tên xesandin.

Beytar Jêhat Altun dibêje: “Ajalên bo xesandinê tên vêderê pêşî 3 rojan di bin çavdêriyê de dimînin û paşê tên xesandin. Îsal 511, sala borî 1100 ajaln li vê derê hatin xesandin, Yasayê de tê gotin ku ajalên bi nexweşiyên vegir ketibin bila bên kuştin. Nexweşiyên sivik ên vegir jî hene, yasa ne zelal e. Welatî gilî tomar dikin û em jî diçin ajalan kom dikin, %90ê giliyên welatiyan ku dibêjin ajalan êrîş kirine nerast derdikevin.”

Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Diyarbekir 60 hezar ajalên bêxwedî hene û rayedarên şaredariyê dibêjin divê navendên xwedîkirinê zêdetir werin vekirin û xesandin were belavkirin da ku pêşî li êrîşan jî were girtin û ajal jî neyên kuştin.