Çandiniya pembû li Rojavayê Kurdistanê sal bi sal kêm dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Qamilşo cotkarên pembû gazinan ji rewşa xwe dikin û dibêjin, ji ber nebûna piştgirî, nebûna av û gubreyê, berhema wa kêm bûye û ji ber lêçûnên zêde û kêmbûna dahata wê, wekî berê sûd jê nagirin.
Li Rojavayê Kurdistanê piraniya xelkê bi dahata çandiniyê dijîn. Nebûna piştgiriyê û nebûna sotemenî, alav û malzemeyên çandiniyê, xema hemû cotkarên pembû ye.
Li gorî cotkarên gundê Elî Kuranî, tevî ku çandiniya pembû ne wek berê ye, lê bi hemû hêza xwe ber xwe didin û zeviyên xwe diçînin û li bendê ne ku Rêveberiya Xwerser alîkariya wan bike, ji ber ku dahata ku ew ji hilberên pembû distînin, lêçûnan dernaxe.
Cotkar Serkan Yûsif dibêje: “Min pembû çand, tevî ku ziyan gihîştiyê jî, me berhev kir. Rêveberiya Xweser tom bi 800 dolar ji me nekirî û em ji bazirganan re hîştin. Li dawiyê bi ton bi 425 dolaran da bazirganan. Eger Rêveberiyê wek par ji me werbigirta jî, me ti sûd jê nedistand. Me îsal gelek ziyan dît.”
Ji aliyê din ve, pisporên çandiniyê jî gazinan ji vê rewşê dikin û dibêjin ku çandiniya pembû ji berhemên din ên çandiniyê cuda ye û pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye û eger cotkar girîngiyê nedin wê, dê gelek pirsgirêk çêbibin û pembû tûşî nexweşiyan bibe.
Şarezayê çandiniya pembû Hemîd Bavê Şiyar dibêje: “Pembû, çandiniyeke stratejîk e, em ji her tiştî wê sûdê werdigirin. Rewaş keşûheyê jî gelekî bandorê li ser dike û nexweşiyên wê pir in. Pembû zêrê sipî ye û divê gelekî giringê pê re dayîn.”
Par Rêveberiya Xweser nirxê pembû, 800 dolar ji bo her tonekê diyar kiribû û ji cotkaran jî nedikirî. Ev jî bûye sedem ku cotkar berhemên xwe bi nirxekî erzan bifroşin bazirganan, ji bilî ziyanên ku gihîştiye cotkaran, çandiniya pembû jî zêdeyî %80 kêm bûye.