Li Kerbelayê pênc kes hatin desteserkirin ku bizava tirsandina serdankeran dikir

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Lijneya Bilind a Ewlehiya Parastina Serdankeran radigehîne, îro pênc tometbar desteser kirine ku bizav kiriye gotgotkên hebûna şûtikên bombekirî li nav serdankeran belav bikin.

Berdevkê Lijneya Bilind a Ewlehiya Parastina Serdankeran Emîd Mîqdad Mîrî di beyannameyekê de ragehand, “Yekîneyên bicihanîna qanûna polîsên federalî bi rêya lidûçûnê ji bo wî kertê ku erkê parastinê li parêzgeha Kerbelayê pê hatiye spartin, karîne pênc kesan desteser bikin ku bizav dikir gotgotkan û tirsê li nav serdankeran li nêzî Pira Twîrîcê, Deriyê Cadeya Komarî li Kerbelayê, belav bikin.”

Emîd Mîqdad Mîrî herwesa got, “Wan kesan bizav kiriye gotgotkên hebûna şûtikên bombekirî li nav serdankeran belav bikin.” Herwesa amaje jî da, “Ew kes hatine desteserkirin û radestî aliyên peywendîdar hatine kirin, ji bo ku rêkarên qanûnî li beranberî wan bên bicihanîn.”

Pêştir Birêveberê Pişka Komên Geştyarî li Desteya Geştyariyê ya girêdayî Wezareta Rewşenbîrî Mehdî Xezban Saidî ragehandibû, “Pênc deriyên bejahî ji bo hatina serdankeran ji Îranê hatine vekirin, wekî Zerbatiye û Şelemçeyê. Ez hêvîdar im hejmara serdankeran bigehe 13 milyon kesan.”

Mehdî Xezban Saidî amaje jî dabû, “Deriyê Şeybê, ku ji bo pêşwaziya serdankerên Evxanistan û Pakistan û neteweyên din hatiye amadekirin, yek ji biqerebalixtirîn deriyan tê hesibandin. Deriyê Sefwanê jî ji bo serdankerên welatên kendavî hatiye amadekirin û herwesa deriyê Munziriyeyê li Mendeliyê jî ji bo hatina Tirk û Azerbaycaniyan hatiye amadekirin.”

Sala borî hejmara serdankerên biyanî gehişt nêzî şeş milyon kesan, ji wan jî çar milyon serdankerên Îranê bûn. Îran pêşbîniyê dike ku hejmara serdankerên wê yên îsal bigehe 4.6 milon kesan, ev jî di demekê de ye ku ew berpirsê geştyarî ku behsa 13 milyon serdankeran dike, bi rêjeya 180% ji pêşbîniyên Îranê zêdetir e.

Fly Erbil Advertisment