Jineke Diyarbekirî bi firotina fêkî û sebzeyan 4 zarokên xwe dane xwendin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê jinek ku dayîka 8 zarokan e, bi salan e fêkî û sebzeyan difiroşe û bi vê yekê 4 zarokên xwe dane xwendin, bi mîkro krediyê jî ji xwe re kargehek vekiriye. Jina serkeftî dibêje ew gelek ji kar hes dike û eger bêhitr derfet bo wê were dayîn dê karê xwe mezintir bike.
Şert û mercên giran ên jiyanê carcaran li ser milên jinan xwe bêhtir û dijwartir didin der. Lê jinên ku hember vê rewşê ber xwe didin û ji bo ku çavê xwe nedin deste xelkê bi keda destê xwe dahata xwe bi dest dixin jî hene. Mînakek vê rewşê jî Emîne Bayram a Diyarbekirî ye ku bi salane bi firotina fêkî û sebzeyan debara zarokên xwe dike. Emîne Bayram dibêje ew neçar bu ku deriyek debarê bo zarokên xwe peyda bike û bi salane jî bênavber karê xwe didomîne.
Kedkar Emîne Bayram: “25 sal berê hevjînê min mir. 8 zarokên min hebun. Min jî di bazaran de dest bi firotina sebze fêkiyan kir ku 25 sal in vî karî didomînim. Min zarokên xwe mezin kirin û wan da xwendin. Zehmet bu bom in.”
Emîne Bayram a ku berê li kuçe û kolanan fêkî û sebze difiroşt niha jî li Bazara ku tenê jinên karker tê de cih digirin de buye xwedî kargeh. Emîne Bayram bi rêya mîkrokrediyê ji xwe re kargehek vekiriye û li vê derê hewil dide karê xwe mezintir bike
Emîne Bayram: “Ez li vê derê goz difiroşim, ava hinaran difiroşim, salçeyê difiroşim, pelan difiroşim, firingiyan difiroşim, çi ji deste min were li vê derê difiroşim.”
Temenê Emîne Bayram 65 e û 4 sal berê ev kargeh ji xwe re vekiriye, lê projeyên wê hîn jî hene ku projeya wê ya dorê de ew e ku dixwaze kargeha xwe mezintir bike da ku li cem xwe karkeran jî bide şixulandin.