Amedspor: Ew qebûl nakin bi rêya medyaya civakî gef li rêveberên me were xwarin

Diyarbekir (K24) – Amedsporê bi civîneke çapemeniyê bersiva yarîza Amedsporê yê berê Denîz Nakî da û di civînê de hat gotin, ew zimanê gefxwarinê qebûl nakin û ti jiriyarek Amedsporê nîne ku ew rêveberiya Amedsporê nekaribe hesabê wê bide.

Piştî ku yarîzanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî ji medyaya civakî bang li Serokê Amedsporê Azîz Elaldi kir ku dest ji postê xwe berde û eger dest jê bernede dê derbarê wî çend tişran aşkere bike, Amedsporê civînek çapemeniyê wek bersiv li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Lijneya Şêwrê ya Bilind a Amedsporê Bûrç Baysal amaje kir ku her dem hemu rêbazên ragihandinê yên Amedsporê vekirîne û ew qebûl nakin ku bi rêya medyaya civakî gef li rêveberên Amedsporê werin xwarin.

Bûrç Baysal amaje jî kir ku ti kiriyarek Amedsporê nîne ku rêveberiya Amedsporê nekaribe hesabê wê bide û her wiha Baysal bal kêşand ku Amedspor ji kevneşopiya rexne û xwerexnekirinê tê û helwestên wisa zirarê dide Amedsporê.