Alîgirên Amedsporê li Nevşehîrê rastî êrîşek nıjadperestî hatin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Nevşehîrê ya bajarê anatolyaya navîn a Tirkiyeyê ji ber ku alîgirên Amedsporê formayên Amedsporê li xwe kiribûn, rastî êrîşek nijadperest hatin û çend kes birîndar bûn.

Ji aliyê Amedsporê ve hat ragihandin ku li Nevşehîrê alîgirên Amedsporê rastî êrîşek nijadperest hatine, Amedspopr êrîşê bi tundî şermezar kir û bang kir ku divê demldest derbarê êrîşkaran de pêvajoya darazê dest pê bike û êrîşên wisa zirarê dide aştiya civakî.

Alîgirên rastî êrîşê hatîn jî didin zanîn ku ji wan re hatiye gotin ku formayê Amedsporê ji xwe bikin û biqetînin lê wan qebûl nekiriye û li ser vê yekê bi hijmareke zêde êrîşkaran êrîşî wan kirine.

Di êrîşê de çek û kêr û dar hatine bikaranîn ku alîgirekî Amedsporê ji serê xwe birîndar bûye û bi 10 kêlî avêtine serê wî, alîgirek ji linge xwe û alîgirek jî ji çavê xwe derp xwariye û birîndar bûye.