Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û lehiyê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) –  Rêveberîya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê ji bo barana zêde û rabûna lehiyan hişyarî da.

Li gor daneyên Rêveberîya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê îro Behra Egeya Navîn, hindirê Behra Spî, Rojhilatê Behra Spî, bakur û rojhilatê Anatoliya Navîn, Behra Reş, bakurê Rojhilatê Anadoluyê û Li herêmên Stenbol, Meletî û Colemêrgê jî baran û birûskê wê çêbe û li cihên din jî ewrayî be. Wekî din li başûrê rojavayê Marmara, bakurê Egeyê, rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê û rojhilatê başûrê rojhilatê Anadoluyê bayê xurt tê pêşbînîkirin.

MGM'ê li hemberî bandorên neyînî yên ku barana zêde û bayê xurt dibe sedema wan, hişyarî da welatiyan.

Li Herêmên Derya Reş, Anatolya Navîn û Bakurê Kurdistanê barana bihêz bû sedemê rabûna lehiyan. Li bajarê Kirşehîrê kesekî canê xwe ji dest da û li Qeyseriyê jî kesekî li ber ava lehiyê çû.

Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan ya Tirkiyê da xuyakirin, li Qeyserî heşt otombêlên di ber avê de çûne hatine derxistin û li gel wan 32 kes hatine rizgarkirin. lê welatiyek tevî otombêla xwe ketiye ber lehiyê.

Barana bihêz li bajarên Sêwas, Erdexan û çend deverên din yên bakurê Kurdistanê jî bû sedemê ziyanên mezin.