Li Silêmaniyê 2 bazirganên madeyên hişber bi birîndarî hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir ya Dezgeha Asayişê, 2 bazirganên madeyên hişber bi birîndarî girtin.

Dezgeha Asayişê ya Herêma Kurdistanê îro 26ê Tebaxê ragihand, Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir bi hevahengiya Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê, 2 bazirganên madeyên hişber li Silêmaniyê bi birîndar girtine.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon îro demjimêr 09:00ê, li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê hate kirin û di encamê de karmendekî asayişê jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de zêdetirî 14 kîlogramên madeyên hişber ên ji cureya krîstal hatiye desteserkirin.

Dezgeha Asayişê amaje bi wê jî kir, ew tomebar li gorî xala (25) a Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir hatin binçavkirin û lêkolîn bi wan re berdewam e.