Çend piroje li qayimqamî û nahyeyên parêzgeha Dihokê hatin destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bernameyên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetkariyan li qayimqamî û nahyeyên parêzgeha Dihokê de, çend piroje hatin destpêkirin û biryar e di dema xwe ya diyarkirî de bên temamkirin.
Parêzgeha Dihokê îro (Duşem, 26.08.2024) parve kiriye, “Bi heşt milyar û 200 milyon dînaran, dest bi bicihanîna hejmareke pirojeyên xizmetkariyan li nahyeya Sêmêlê hatiye kirin, wekî çêkirina cadeyeke xizmetkariyan ji Filka Bêrê heta Overpasa Sêmêlê û çêkirina keskatî bi milyarek û 800 milyon dînaran, herwesa çêkirina cadeyên navxwe yên taxa Misêrîka Nû bi milyarek û 100 milyon dînaran.”
Parêzgeha Dihokê amaje jî da, “Karê keskkirina cadeya Sêmêlê bi dirêjahiya 1.900 metran û danana sîstema avê jê re bi yek milyar dînaran tê bicihanîn, zêdebarî çêkirina cadeyên navxwe û avrêjekê li taxa Şehîdan bi 900 milyar dînaran, herwesa çêkirina cadeyên navxwe yên taxa pişt peymangehê bi 800 milyon dînaran û çêkirina rêyên navxwe yên gundê Sêcê û Qeşefirê bi 200 milyon dînaran.”
Çavkaniya navbirî eşkere jî kir, “Cadeya serekî ya Merîna bi 200 milyon dînaran tê çêkirin, tevî cadeyên navxwe yên Tenahî - Kertê 10ê, ew piroje bi 300 milyon dînaran tê bicihanîn, herwesa ronahiya cadeya serekî ya Misêrîkê bi 100 milyon dînaran hat danan.”
Parêzgeha Dihokê herwesa ragehand, “Cadeyên navxwe û avrêj ji bo navenda Xankê bi 430 milyon dînaran hatin çêkirin, tevî ronkirina cadeya serekî ya komelgeha Xankê bi 350 milyon dînaran, zêdebarî çêkirina cadeya Deryayê li Komelgeha Xankê bi 120 milyon dînaran.”