Alîkariyên Navenda Şah Selmanî gehiştin Wezareta Tendirustiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ew alîkarî wergirtin ên ku Navenda Şah Selmanî jê re şandibûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 27.08.2024) parve kiriye, “Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Birêveberê Giştî yê Karûbarên Tendirustî Kawe Xelîl li gel Cîgirê Konsulê Giştî yê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê ya Erebî û Berpirsê Pişka Îraqê li Navenda Şah Selmanê Siûdî li Embara Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ya Derman û Pêdivîtiyên Pizişkî, di merasîmên wergirtina alîkariyên derman û pêdivîtiyên pizişkî de amade bûn.”
Berpirsê Navenda Şah Selmanî di konferanseke rojnamevanî de pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendirustî kir, ji bo berdewamiya pêşkêşkirina xizmetkariyên Tendirustî û hevahengiya bi navenda wan re.
Herwesa Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî spasiya Navenda Şah Selmanê Siûdî û Konsulxaneya Siûdiyê û welatî û hikûmet û Şahnişîna Siûdiyê kir, ji bo hevahengî û alîkariyên wan ên berdewam.
Navbirî herwesa pesna navenda Şah Selmanê Siûdî jî kir, ji bo piştevaniya wan a berdewam di kertê tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê de.