Rêber Ehmed: Hemû hêz beşdarî plana parastina hilbijartinan dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, “Hemû hêz beşdarî plana ewlehiyê ya ji bo serxistina gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hatiye danîn, dibin.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 27ê Tebaxê piştî bidawîhatina civîna Komîteya Bilind a Ewlwhiya Proseya Hilbijartinan, di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Hemû hêz beşdarî wê plana ewlehiyê dibin ku bi hevahengiya li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo serxistina gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, hatiye danîn.

Herwiha got: Di civînê de hat destnîşankirin ku divê hilbijartin di atmosfereke şefaf û aram de bê kirin û di xebatên hilbijartinê de namzet bên parastin û bi taybet namzetên jin.

Rêber Ehmed got: “Hevkariya aliyên siyasî ji bo ku prose bi awayekî aram birêve biçe gelek girîng e, da ku di paşerojê de parlamentoyek me hebe ku di warê yasayî de erkên xwe pêk bîne.

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku civîn dê li ser asta parêzgehan berdewam bin û komîteyên ewlehiyê hatine avakirin, wezaret dê bi komîteyên xwecihî re hevkariyê bikin, da ku pirsgirêk dernekevin.

 

Fly Erbil Advertisment