Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryarek di berjewendiya welatiyên Dihokê de derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, nirxê risûmata taybet bi tomarkirina yekeyên niştecihbûnê li Dihokê tê kêmkirin.

Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Dihokê Dr. Heval Sidîq ji K24ê re ragihand: Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Bilind a Veberhênanê biryara jimare 632 ji bo bilezkirina proseya veguhestina yekeyên niştecihbûnê (xanî û apartmanan) li ser navên welatiyan (tapokirin) derxist.

Dr. Heval Sidîq diyar kir, piştî bidawîhatina proseya cudakirina zeviyên projeyên niştecihbûnê û veguhestina wan li ser navên veberhêneran, welatî dikarin di nava 120 rojan de xanî an apartmanên xwe tapo bikin.

Bi gotina Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Dihokê, li gorî biryara serokwezîr, nirxê risûmata taybet bi tomarkirinê ku berê ji sedî 3 bû,  bo ji sedî 1 hatiye daxistin.

D iyar kir jî, gelek komîteyên taybet ji bo veqetandina zeviyên projeyên niştecihbûnê û veguheztina wan li ser navên veberhêneran, li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hatine pêkanîn.

Di heyama çar salên borî de, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 971 projeyên mezin û biçûk li parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetir ji 1.1 trilyon dînar cîbicî kirine. Zêdetirî 50 projeyên din ên xizmetguzariyê jî hatine pejirandin.

Piraniya projeyên ku di çar salên borî de li parêzgehê hatine cîbicîkirin, bi jiyana rojane ya xelkê ve girêdayî bûn, anku di warê rê, perwerde, elektrîk, av û çend deverên din de bûn.