Li Diyarbekirê jî Xwaringeha Gel hat vekirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve, Xwaringeha Gel hat vekirin. Di xwaringeha ku xwarina erzan û paqij tê de tê çêkirin, hem li dijî bihabûnê wek xwaringehek şûngir e û hem jî bo kesên kêmdahat jî sûdbexş e. Di vê xwaringehê de 4 cureyên xwarinan wê 70 lire be.

Li Diyarbekirê di Kolana Hunerê de, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve li dijî xwarina ku bihayê wê her ku diçe bilind dibe, wek rêbazek şûngir xwaringehek ku xwarina wê erzan e hat vekirin.

Xwaringeha ku bi xwarina erzan û paqij dixwaze xizmetê bide xelkê dê ji bilî rojên Yekşemê her roj di navbera seet 12.00 û seet 17.00ê de 5 demjimêran vekirî be, dê 4 cureyên xwarinan werin çêkirin û her roj xizmetê bide 1000 kesan. Di vê xwaringehê de 4 cureyên xwarinan wê 70 lire be.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir tevlî vekirinê bûn û dan zanîn ku li gorî pêdivî û daxwazan dibe ku di rojên pêş de hijmara xwaringehên gel werin zêdekirin. Hevşaredar Dogan Hatun di vekirinê de axaftinek kir û got; “Di vê qeyrana giran de hêdî kêr hatîye ser stû. Hêdî kes nikare zikê xwe têr bike. Ev xwaringehên wek vêya hem erzan û hem jî pakij mafê hemû gel in.”

Xwaringeha Gel li Batmanê jî hatiye vekirin û 3 cure xwarin lê tên çêkirin û bihayê wê jî 100 lîre ne.

Her wiha Xwaringeha Gel li Mêrdînê jî xizmetê dide û bihayê 4 cure xwarinan 100 lîre ne, li Wanê jî wek Xwaringeha Bajêr ximzet tê dayîn.

Cara yekem ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve ev rêbaz hat bicihanîn û li gelek bajaran bi erênî hat pêşwazîkirin.