Îraqê di yek mehê de 108 milyon bermîlên petrolê berhema anîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Petrolê ya Îraqê eşkere dike ku, li dû amara dawiyê ya kompaniya Somoyê, tevaya wê petrola di meha borî de berhem aniye gehiştiye 108 milyon bermîlan.
Wezareta Petrolê ya Îraqê îro (Pêncşem, 29.08.2024) parve kir, Petrola berhemhatî li zeviyên Îraqê ji bo meha Tîrmehê gehiştiye 108 milyon û 53 hezar û 356 bermîlan.
Çavkaniya navbirî amaje jî da, berhemê petrola xav di meha Tîrmehê de li zeviyên petrolê yên naverast û başûrê Îraqê 106 milyon û 125 hezar û 200 bermîl bûn, di demekê de li zeviya Geyareyê du milyon û 928 hezar û 156 bermîlên petrolê di eynî demê de hatine berhemanîn.