Biden: Termên 6 revandiyan li Xezzeyê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, termên 6 kesên ku di 7ê Cotmehê de li Îsraîlê hatibûn revandin hatin dîtin. Herwiha diyar kir, yek ji revandiyan cihûyekî bi regeza Amerîkî bû.
Biden di daxuyaniyekê de got, artêşa Îsraîlê termên 6 revandiyan ku ji aliyê çekdarên Hamasê ve hatibûn revandin, li tuneleke li jêrî bajarê Refehê li başûrê Kerta Xezzeyê dîtin.
Da zanîn jî: “Yek ji revandiyên kuştî, welatiyê Amerîkî yê bi navê Hirsch Goldberg Pauline yê 23 salî ye, ku yek ji 251 revandiyên ku li başûrê Îsraîlê ji aliyê çekdarên Filestînî ve hatibû revandin.”
Di 24ê Nîsanê de, çekdarên Hamasê vîdeoyeke wî revandiyê Amerîkî belav kiribûn û daxwaz kiribûn ku dîl bên rizgarkirin ji ber ku ew di dojehê de dijîn. Wê demê Amerîka û Îsraîl ji saxbûna rehîne piştrast bûn.
Li gor amarên fermî yên Îsraîlê, di êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê de 1199 Îsraîlî ku piraniya wan sivîl in hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Kerta Xezzeyê de 40 hezar û 691 kes hatine kuştin. Zêdeyî 94 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.