Herêma Kurdistanê rênimayên rêkxistina karûbarên penaxwazan cîbicî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî, nêzîkî 300 hezar penaxwaz li Herêma Kurdistanê hene û ji bo baştir xizmetkirina wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rênimayên rêkxistina karûbarên penaxwazan xistiye warê cîbicîkirinê. Serokê Komîteya Dariştina Rênimayan jî dibêje: “Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) ji rênimayan sersam bûye, ji ber vê yekê penaxwaz dê di pêşerojê de bibin xwediyê mafên baştir.”
Rêvebirê Regeznameya Parêzgeha Dihokê û Serokê Komîteya Dariştina Rênimayên Îdarî bo Penaxwazan, Emîd Rêber Ebdulezîz ji K24ê re ragihand: “Ji ber ku dayîna mafên penaberiyê, ji desthilata hikûmeta federal e û ne ji desthilata Herêma Kurdistanê ye, Di dema ku hejmareke mezin ji penaberan berê xwe dan Herêma Kurdistanê, me li Herêma Kurdistanê li şûna peyva penaber, penaxwaz pejirand. Li Cenevê me ev mijar bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re gotûbêj kir, ev tevger ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat pêşwazîkirin. Bi vî awayî pirsa penaberan li Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû, ji bo bi hevahengî ligel Rêxistina Penaberan û dezgehên navdewletî yên din, kar li ser pirsa penaberan bikin.”
Emîd Rêbar got jî: “Heta niha ti yasa û rênimayek derbarê çawaniya rûbirûbûna pirsa penaxwazan li Herêma Kurdistanê tune ye. Di şûna wê de, her parêzgehek li gorî taybetmendiyên xwe kar li ser dozan kiriye, lê niha ew rênimayên çawaniya serederîkirina ligel pirsa penaxwazan li Herêma Kurdistanê, bû bi navendî.”
Got jî: Ew rênimayên ji bo penaxwazan li Herêma Kurdistanê, ti cudahî tê de nîne û mafên penaxwazan li ser bingeha mafên navdewletî li seranserê Herêma Kurdistanê tên dayîn, ji ber ku gelek prensîpên navdewletî lixwe digire.”
Li gorî rênimayan, ji niha û pê ve her penaxwazek ku ji mafê mayînê bêpar mabe, dikare li dadgehê giliyê veke û mafê xwe bixwaze. Ew gilî ji aliyê du komîteyan, yek li ser asta parêzgehan û ya din jî li ser asta hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li dersînorkirina her penaxwazekî, kar li ser tê kirin.”
Her li gorî rênimayan, mafê her penaxwazekî heye ku ji hemû xizmetên welatiyekî asayî, di nav de, perwerde, xwendina bilind, tenduristî û hemû mafên din, sûdê werbigire.