Şaredarê Bajarê Mezin yê Rihayê dest ji partiya xwe kişand
Diyarbekir (K24) – Şaredarê Bajarê Mezin yê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar dest ji partîya xwe, Partiya Yeniden Refahê kişand. Gulpinar bi daxuyanîyekê ragihand, wî ji ber gengeşiyên siyasî ji partîya xwe îstîfa kirîye û wê ji vê û pê de serbixwe li ser karê xwe berdewam bike.
Mehmet Kasim Gulpinar ê ku hilbijartînên şaredarîyê yên 31 ê Adarê li Rihayê biser ketibû û bibû şaredarê Bajarê Mezin yê Rihayê, dest ji partîya xwe, Partîya Yenîden Refahê kişand.
Gulpinar bi rêya daxuyanîyekê ragihand, gengeşîyên siyasî rê li ber xizmetê digre, ji ber vê yêkê ji bo ku bikaribe xizmetê ji gel re bike wî ji partîya xwe îstifa kirîye û wê ji vê û pêde ser bixwe karê xwe bike.
Herwiha Gulpinar ji bo dengdêrên Rihayê ji ber ku dengdane wî spas kir û got ev biryar bi daxwaz û pêwistîya welatîyan derketîye holê.