Windabûna zarokan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bala raya giştî dikişîne

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê 8 sal in saziya amaran amarên windabûna zarokan parve nake û di demên dawiyê de jî windabûna zarokan di rojevê de derdikeve pêş. Windabûna Narîna Diyarbekirî bala raya giştî kêşand ser windabûna zarokan ku li gorî amarên beriya 8 salan li Tirkiyeyê, rojane 30 zarok winda dibûn.

Bi windabûna Narîn Guran a 8 salî ya Diyarbekirî ku ji 21ê tebaxê ve serwinda ye careke din windabûna zarokan di rojevê de cihê xwe digire. Li gorî saziya amaran a Tirkiyeyê ku 8 sal in amaran aşkere nake di navbera 2008-2016ê de 104 hezar û 531 zarok winda bûne, li gorî van daneyan salane 10 hezar zarok winda dibin ku di windabûnê de bajarên wek Antalya Diyarbekir û Dîlokê derdikevin pêş. Akademîsyen balê dikêşin ku eger li ser hemû bûyerên windabûnê bi awayekî ciddî kar were kirin dê hijmara windabûnan jî kêm bibe.

Berdevkê Hewla Çaksazî û Çavdêriya Perwerdehiya Diyarbekirê Profesor Azîz Yagan ji K24ê re got: “Di bûyera Narîn de em dibînin dewlet bi awayeke ciddî hemu derfetên xwe bi kar tîne û xebateke berfireh dimeşîne. Ez hêvî dikim ev yek bibe destpêkek baş û êdî di hemû bûyeran de dewlet wisa ciddî tevbigere. Malbat jî mixabin gelek caran mereq nakin ku zarokên wan diçin kuderê û li cem kesên çawa demê xwe derbas dikin, qet napirsin.”

Li gorî daneyên salên 2008-2016ê rewşek din a balkêş jî ew e ku buyerên revandina zarokan jî 3 qat zêde bûne. Civaknas dibêjin di vê mijarê de berpirsiyarî ser milên malbatê ye ku divê zarokên xwe baş hişyar bikin û perwerdehiyek baş di dibistanan de bo wan were dayîn.

Civaknas Şevîn Civak dibêje: “Malbat jî dikarin gelek tiştan bikin, wek mînak bila ji zarokên xwe re bêjin ku bi kesên nas nekin re neaxifin, bila maşîneyên kesên biyanî siwar nebin, dema yek biyanî nêzîkî wan bibe û xwe neewle hîs bikin bila bikin qîjênî.”

 

Akademîsyen û civaknas balê dikêşin ku ji xwe bin banê pirraniya saziyên sivîl de navendên zarokan hene, lê divê bi teybetî dewlet dest bavêje vî karî ku dewlet bi xwe saziyek windabûna zarokan ava bike û ciddîtir nêzîkî vê mijarê bibe.