Civatên wezarî yên Îraq û Kurdistanê çarekirina arêşeyan li ser bingeha destûrî tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rûniştina navbera her du civatên wezarî yên aborî yên Îraq û Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser çarekirina arêşeyên helawîstî hatin kirin û tekez li ser rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand, “Divê Hikûmeta Federalî bi awayekî dadperwerane serederiyê bi hemî parên Îraqê re bike û hikûmeta hemî dever û parêzgehan be.”

Îro (Yekşem, 08.09.2024) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rûniştina navbera Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hat destpêkirin.

Di wê rûniştinê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Serokê Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê Fuad Hisên, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmareke wezîr û berpirsên peywendîdar ên her du aliyan jî amade bûbûn, danûstandin li ser çarekirina arêşeyên helawîstî hatin kirin û tekez li ser rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li destpêka wê rûniştinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî zêdebarî bixêrhatina şanda bilind a Hikûmeta Federalî ji bo Hewlêrê, amaje jî da ku eger hez û daxwaza çarekirinê hebe, çarekirina arêşeyan hêsan e û divê rêzgirtina li destûr û lihevkirinan ji bo çarekirina hemî arêşe û duberekiyan bingeh be.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku pêdivî ye Hikûmeta Federalî bi awayekî dadperwerane serederiyê bi hemî parên Îraqê re bike û hikûmeta hemî dever û parêzgehan be. Wekî çawa mafên welatiyên Besra û Bexdayê diparêze, bi eynî awayî divê bergiriyê ji mafên xelkê Herêma Kurdistanê jî bike.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û divê rêz li qewareya wê ya federalî bê girtin û di vê çarçoveyê de serederî pê re bê kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Serokê Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê jî li ser giringî û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên helawîstî li ser bingeha destûrî hevnerîn bû û got, “Hatina vê şanda bilind jî bi merema çarekirina arêşeyan e.”

Paştir lijneyên peywendîdar ên her du aliyan cuda cuda li ser teweran civiyan û danûstandinên berfireh kirin û rûniştinên wan jî di rewşeke erênî de hatin kirin, ku tê de bi awayekî vekirî dîtin û nerîn li ser çarekirina arêşeyan li ser bingeha destûrî li hev hatin guhrtin û biryar e ev rûniştin ji bo dema du rojan berdewam bin.