Biryar e heftiya bê bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê lijneyek ji bo çavdêriya wan kandîdan pêk aniye yên ku, ji niha ve li torên civakî dest bi bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kiriye.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay ragehand, “Ew belgeyên gehiştine destê me hûrbînî li ser tê kirin. Eger hat selimandin ku kandîdekî berî jivanê qanûnî dest bi bangeşeyê kiriye, an ji aliyê madî ve tê sizadan an jî ji hilbijartinan tê dûrxistin.
Komisyona Hilbijartinan a Îraqê li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê lijneyek ji bo çavdêriya wan kandîdan pêk aniye yên ku, ji niha ve li ser torên civakî dest bi bangeşeya hilbijartinan kiriye ji bo ku sizayê qanûnî bidin wan; siza jî an dê madî bin an jî biryara dûrxistina wan ji hilbijartinan tê dan.
Belgeyên pêdivî gehiştine destê wê lijneyê ku, hin kandîdan li Tîktokê dest bi bangeşeya hilbijartinan a pêşwext kiriye.
Cumane Xelay got, “Ew lijneyên hatine çêkirin lêkolînê li ser binpêkariyan dikin û paşî ew binpêkarî bi raportekê ji bo Nivîsîngeha Niştîmanî ya Komisyonê tên şandin. Paştir li wê derê biryara dawiyê li ser awayê binpêkariyan tê dan û piştî hingê jî komisyar rêkarên pêdivî li beranberî wan kesan bi cih tînin, an ji aliyê madî ve tên sizadan an jî ji hilbijartinan tên dûrxistin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 90% ya amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê temam kirine, niha jî li qonaxa dawiyê ya hûrbînkirina navên tevaya kandîdan e. Biryar e heftiya bê Civata Komisyaran roja bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar bike, ku ji bo dema mehekê berdewam dibe.