Kabîneya Nehê nêzî du hezar pirojeyên çêkirin û nûjenkirina cadeyan bi cih anîne

Cadeya 150 metrî ya Hewlêrê
Cadeya 150 metrî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema hêsankariyan ji bo welatiyan, Kabîneya Nehê giringiyeke zêde bi çêkirina cadeyên navxweyî li bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê daye.

Di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hezar û 967 pirojeyên çêkirin û nûjenkirina cadeyan bi gojimê yek tirilyon û 863 milyar dînaran çûne di warê bicihanînê de, ku pareke zêde ji wan pirojeyên stratejîk in, wekî cadeya 150 metrî ya Hewlêrê, cadeya 100 metrî ya Silêmaniyê û cadeya Barzanê ya Dihokê.

Heta niha karên 926 pirojeyên çêkirina cadeyan bi rêjeya 100% temam bûne û hezar û 41 pirojeyên din ên çêkirin û nûjenkirina cadeyan jî li jêr piroseya bicihanînê ne.

Herwesa 44 pirojeyên din ên navincî û stratejîk ên kabîneyên pêştir ku nehatibûn temamkirin jî, di Kabîneya Nehê de pere jê re hatine terxankirin û karên 13 ji wan pirojeyan jî hatine temamkirin.

Di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 585 pirojeyên cadeyan hatine bicihanîn ku 75 ji wan pirojeyên stratejîk û giring in, herwesa 291 pirojeyên din jî niha tên bicihanîn.

Ji tevaya wan 585 pirojeyên cadeyan ku karên wan bidawî hatine, hezar û 363 kîlometrên cadeyên nû bi zêdetirî 930 milyar dolaran hatin çêkirin, herwesa zêdetirî 11 milyon metrên çargoşeyî yên qîrî di wan pirojeyan de hatine bikaranîn.

Piraniya pirojeyên girêdayî cadeyan di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji aliyê karkerên navxweyî ve hatine bicihanîn.