Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn û hejmareke serbazan kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 11.09.2024) ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn Edward Ahlgren û şandeke pê re kir ku ji hejmareke piledarên serbazî pêk hatibû.”

Di beyannameya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên berhingarbûna terorê û kiryarên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê hatin kirin. Her du alî hevnerîn bûn ku DAIŞ hêşta gef e û tenahî û seqamgiriya deverê dixe metirsiyê.”

Her du aliyan tekez li ser giringiya alîkarî û hevahengiya Pêşmergeyan û artêşa Îraqê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji bo rûbirûbûna teroristan kir, herwesa behsa paşeroja erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir.

Her di wê beyannameyê de hatiye, “Alîkarî û peywendiyên Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û giringiya parastina seqamgiriya deverê jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Kurdistanê jî tê de amade bûbû.”